Hejmarek ji çekdarên DAIŞê li Bexdayê hatin destderkirin

4 çekdarên DAIŞê li bajarê Bexdayê û yekî din jî li parêzgeha Selahedînê hatine girtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Iraqê di daxuyaniyekê de balav kir, hêzên Ajansa Hewalgiriyê ya ser bi Rêveberiya Hewalgiriya Polîsa Federalî ve, 5 çekdarên DAIŞê desteser kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ew kesên desteserkirî, li gorî madeya 4 a terorê bi endambûna DAIŞ'ê hatin tometbarkirin.

Li gor daxuyaniyê, 4 çekdarên DAIŞê li bajarê Bexdayê û yê din jî li parêzgeha Selahedînê hatine girtin.

Her wiha hat diyarkirin, kesên hatine desteserkirin piştî wergirtina îfadeya wan, rênimayên yasayî li hember wan hatine girtin.