Li Duhokê termê kesekî hat dîtin
Duhok (K24) – Li gundê Pêde ku 15 kîlometre ji navenda Duhokê dûr e, termê zilamekî hat dîtin, ku duh bi şev hatiye kuştin.
Peyamnêrê K24ê Mesûd Mihemed ji Duhokê ragihand; li gundê Pêde termê zilamekî hat dîtin, ku duh bi şev hatibû kuştin.
Li gor zanyariyên K24ê, kesê kuştî, berê ji ber kêşeyeke civakî di zindanê de bûye û piştre hatiye azadkirin.
Berî niha wî zilamî xwe radestî wê malbatê kiriye ku pirsgirêk di navbera wan de heye, lê piştî derketina ji zindanê, hatiye kuştin.