Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 69 kesên din bi Koronayê mirin

Di nav 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 69 kesan jiyana xwe ji dest dan .
Tirkiye
Tirkiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 69 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 28 hezar û 638 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 1ê Adarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 9 hezar û 891 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 645 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 711 hezar û 479 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 5 hezar û 947 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 578 hezar û 181 kesan.