Fuad Husên: Amadekariyên ji bo pêşwazîkirina Papa temam bûne

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand; amadekariyên ji bo pêşwazîkirina li Papayê Vatîkanê temam bûne.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên

Bexda (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand; amadekariyên ji bo pêşwazîkirina li Papayê Vatîkanê temam bûne û Iraq ji Bexda heta Nasiriye û Necef û Neynewaya Kevn bi hemû pêkhateyên netewî û olî, li benda dîtina Papa ne.

Fuad Husên civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand: “Em vê serdana Papa weke serdaneke dîrokî dibînin ji bo Iraqê, bi taybetî ev yekem serdana wî ya Iraqê ye û yekem serdana Papa ye piştî belavbûna vîrusa koronayê, herwiha bi liberçavgirtina vê rewşa niha ku em tê de ne, weke serdaneke dîrokî di dîroka mirovahiyê de dibînin.”

Husên destnîşan kir: “Bajarê Necefa pîroz ku qebra Îmamê Elî (silava Xwedê lê be) û pismamê Pêxember (silavên Xwedê Teala li ser bin), herwiha navenda zanistê û zilamên olî û cihê merciyê bilind ê olî, li benda dîtina cenabê wî dikin ji bo ku dîtineke dîrokî encam bidin.”

Derbarê serdana Papa bo Hewlêrê de jî eşkere kir: “Kelha Hewlêrê bi dîroka xwe ya kevnar, bi xweragirî û serbilindiya xwe, serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê jî bi coş li benda wî ne, da ku pêşwazî li cenabê wî bikin.”