ENKSê Roja Jinê ya Cîhanî li Qamişlo pîroz kir

Bi boneya Roja Cîhanî ya Jinê, Navenda Jin û Zarokan ya Ecûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo ahengek lidar xist.

Qamişlo (K24) – Bi boneya Roja Cîhanî ya Jinê, Navenda Jin û Zarokan ya Ecûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo ahengek lidar xist.

ENKSê bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinê, ahengek li bajarê Qamişlo lidar xist û bi dehan jin tê de beşdar bûn.

Berpirsa Navenda Jin û Zarokan ya ENKSê Arya Cuma ji K24ê re got, jinê karî di warê siyasî û leşkerî xwedî rolek sereke be û divê jin di karê xwe de berdewam be, heta karibe hemû mafên xwe bi dest bixe û di biryarên siyasî de jî beşdar be.