Yehya Resûl: Li Kerkûk û Enbarê du planên DAIŞê hatin pûçkirin

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand; hêzên ewlehiyê du planên DAIŞê yên armanckirina çend deverên Kerkûk û Enbarê pûç kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand; hêzên ewlehiyê du planên DAIŞê yên armanckirina çend deverên Kerkûk û Enbarê pûç kirine.

Yehya Resûl bo daxuyaniyekê ragihand; hêzên ewlehiyê li parêzgeha Enbarê du endamên DAIŞê desteser kirin, ku dixwestin bombe li bazareke qerebalix a Felûceyê deynin.

Resûl eşkere kir; tevî desteser kirine wan du endamên DAIŞê, dest danîne ser 42 bombe û 4 katyûşa û hejmarek gulleyên hawin.

Derbarê Kerkûkê de jî diyar kir; endamekî DAIŞê hatiye desteserkirin ku dixwest bombeyek li ser rêya karwana serbazî ya Artêşa Iraqê vede.

Tevî ku ji sala 2017an ve Ira serkeftina bi ser DAIŞê de ragihandiye, lê heta niha jî dawî bi metirsiyên wê rêxistinê nehatiye.