Hêzên Amerîkayê di navbera Kerkûk û Neynewa de hatin bicîkirin

Çavkaniyeke ewlehiyê îro duşemê ragihandiye; hêzeke Hevpeymaniya Navdewletî li nahiya Qerac li nêzîkî nahiya Sergeran di navbera parêzgehên Neynewa û Kerkûkê de hatiye bicîkirin.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Hewlêr (K24) – Çavkaniyeke ewlehiyê îro duşemê ragihandiye; hêzeke Hevpeymaniya Navdewletî li nahiya Qerac li nêzîkî nahiya Sergeran di navbera parêzgehên Neynewa û Kerkûkê de hatiye bicîkirin.

Çavkaniya ewlehiyê ji ajansa El Melûme re ragihandiye; bi sedan serbazên ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û bi taybetî ji hêzên Amerîkayê li Çiyayê Qereçûxê yê ser bi navçeya Mexmûrê hatine bicîkirin û çend gerên çavdêriyê li wan deveran encam dane.

Herwiha eşkere kiriye: “Çend roj in firokeyên Amerîkayê çavdêriya deverên li Kerkûk û Giwêr û deverên başûrê Mûsilê yên li parêzgeha Neynewa dikin, weke hewlek ji bo dabînkirina asayîşa deverên derdora bajarê Hewlêrê.”

Fermandarê Mîhwera Mexmûr – Giwêr Sîrwan Barzanî di 13yê vê mehê de eşkere kir ku hêzên Hevpeymanan bi alîkariya hêzên Pêşmerge di nava 12 demjimêran de, 12 binke û cihên xweveşartinê yên DAIŞê li Çiyayê Qereçûxê têk birine.

Sîrwan Barzanî ragihandibû: “Di 12 demjimêrên derbasbûyî de, firokeyên Hevpeymanan bi hemahengiya ligel Pêşmerge, 11 car bi 21 mûşekan, 12 binke û cihên xweveşartinê yên terorîstên DAIŞê li Çiyayê Qereçûxê têk birin.”