Prof. Dr. Kemal Mezher koça dawî kir

Dîroknasê navdar ê Kurd Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed îro 16ê Adara 2021ê koça dawî kir.
Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed
Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed

Hewlêr (K24) – Dîroknasê navdar ê Kurd Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed îro 16ê Adara 2021ê koça dawî kir.

Dr. Henderên Cemal Soran, xwarziyê Dr. Kemal ragihand: “Bi xemeke gelek mezin ve, bi dilekî pir êş ve, agahiya wefata profesorê mezin Dr. Kemal Mezher radigihînim, ku piştî nexweşiyeke demdirêj îro li nexweşxaneyeke bajarê Bonn yê Almanyayê ruhê xwe yê pak spart.”

Soran destnîşan kir: “Wî jiyana xwe ji bo xizmeta neteweya xwe terxan kiribû.

Dr. Henderên Cemal Soran eşkere kir: “Ji ber vîrusa Koronayê, nabe taziye were danîn û dijwar e ku em termê wî yê pîroz bînin Kurdistana xoşewîst. Niyeta me wisa ye ku bi awayekî demkî li Almanyayê bi xakê bispêrin, bi hêviya ku di şert û merceke guncaw de bînin Kurdistanê li axa xwe bi merasîmeke şayeste were veşartin.”

Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed di sala 1937an de li gundê Axcelerê yê ser bi bajarê Kerkûkê jidayîk bûye. Di sala 1959an de li Zanîngeha Bexdayê bawernameya dîrokê wergirt û çû Yekîtiya Sovyetê.

Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed  li Sovyetê di sala 1969an de doktora wergirt.