Mesrûr Barzanî: Dr. Kemal Mezher ji Kurdistanê re xizmeteke mezin kiriye
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya dîroknasê navdar Prof. Dr. Kemal Mezher peyameke sersaxiyê belav kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi xemeke mezin, min nûçeya koça dawî ya nivîskar û dîroknasê navdar ê Kurd Dr. Kemal Mezher bihîst, ku bi rêya berhemên xwe, xizmeteke mezin di warê dîroka Kurdistanê û pirtûkxaneya Kurdî de kiriye.
Ez sersaxî didim malbata cenabê wî û ronakbîrên Kurdistanê û xwe hevparê xemê wan dibînim.
Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û aramî û sebrê jî bide me hemûyan.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê