Heşda Şeibî amarên kuştiyên xwe eşkere kir

Desteya Bilind a Heşda Şeibî îro amarên kuştiyên di rêzên Heşda Şeibî de ji destpêka îsal ve, ragihand.

Hewlêr (K24) – Desteya Bilind a Heşda Şeibî îro amarên kuştiyên di rêzên Heşda Şeibî de ji destpêka îsal ve, ragihand.

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Îdarî yê Heşda Şeibî Sultan Musewî îro sêşemê 16ê Adara 2021ê ragihand; ji destpêka îsal ve 42 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin.

Sultan Musewî eşkere kir ku di sala borî de 146 çekdarên Heşdê hatine kuştin û di sala 2019an de 208 çekdar hatibûn kuştin.

Herwiha diyar kir ku di rêzên parêzgehêm Iraqê de, parêzgeha Besrayê di rêza hejmara kuştiyên Heşda Şeibî de di rêza yekem de ye.