Li Zaxoyê jinekê pirtûkxaneyek vekir

Zaxo (K24) – Li navenda navçeya Zaxoyê jinekê pirtûkxaneyek ji bo xelkê navçeyê vekir.
Îman Ebdulhekîm li Zaxoyê pirtûkxane vekiriye
Îman Ebdulhekîm li Zaxoyê pirtûkxane vekiriye

Zaxo (K24) – Li navenda navçeya Zaxoyê jinekê pirtûkxaneyek ji bo xelkê navçeyê vekir.

Îman Ebdulhekîm ku pirtûkxane vekiriye, ji K24ê re diyar kir ku fikra vekirina pirtûkxaneyê ji wir hatiye ku dîtine gelek kes li Zaxoyê xwendevan in, lê pirtûkxaneyeke berfireh li navçeyê tune ye ji bo kesên ku dixwazin pirtûkan peyda bikin.

Îman Ebdulhekîm eşkere kir ku ji vekirina vê pirtûkxaneyê du armancên wê hene, yek; xizmeteke giştî bigihîne xelkê navçeyê, ku bi awayekî berdewam rexne hebû ku çima cihekî rewşenbîrî li navçeyê tune ye. Armanca duyem jî ew bûye ku deriyekî vekin ji bo jinên navçeyê.

Derbarê pêşwaziya xelkê navçeyê de Îman Ebdulhekîm eşkere kir ku xelk pêşwaziyeke gelek baş kiriye ji bo vê projeyê û destxweşî lê kirine.