Qamişlo.. Rewşa aborî ya xirap bandorê li amadekariyên Newrozê dike

Beşek mezin ji welatiyan ji ber buhabûna nirxê caw û rewşa aborî ya aloz, nikarin cilên kurdî çêbikin.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) – Xelkê bajarê Qamişlo ji bo amadekariyên cejna Newrozê, berê xwe didin bazaran û caw dikirin, lê beşek mezin ji welatiyan ji ber buhabûna nirxê caw û rewşa aborî ya aloz, nikarin cilên kurdî çêbikin.

Keça bi navê Jiyan Hisên di wê derbarê de ji K24ê re got: “Em daketine sûkê ji bo cilên kurdî bikirin, lê cilûbergên kurdî gelek buha ne. Heger em cilan bikirin, dora 200 hezarî ye û heger em bidirûn jî, zêdetir wê tê diçe. Mixabin em nikarin bikirin, gelekî buhane.”

Kirîn û firotana caw bi Dolara Amerîkî ve girêdayî ye û nirxê Dolar li hember Lîreya Sûrî roj bi roj bilind dibe. Bazirgan jî diyar dikin, pirsa buhabûnê ne di destê wan de ye, ew xaw bi Dolar dikirin û ew neçar in li gor nirxê Dolar bifiroşin.

Salane li Rojavayê Kurdistanê amadekariyên cejna Newrozê wek cejneke netewî ya hemû gelê Kurd re, lê îsal rewşa cuda ye, ji ber ku rewşa aborî ya xelkê xirap e