Serokwezîrê Iraqê cejna Newrozê li Serokê Herêm û Serokwezîrê Herêmê pîroz dike

Serokwezîrê Iraqa Federal Mistefa Kazimî cejna Newrozê li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîroz kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqa Federal Mistefa Kazimî cejna Newrozê li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîroz kir.

Serokwezîrê Iraqê hêviya cejneke aram ji tevahiya gelê Kurdistanê re xwast û xwazyar e ev bone bibe cihê aramî û xweşiyê. Hevdem tekezî li yekrêziya tevahiya pêkhateyan û parastina destkeftên niştimanî kir.