Zarokên DAIŞê yên li Kampa Holê bo rojnamevanekê: Em ê te bikujin

Rojnamevanekê serdana Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê kir û li kampê zarokên çekdarên DAIŞê bi tundî pêşwaziya wê kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnamevanekê serdana Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê kir û li kampê zarokên çekdarên DAIŞê bi tundî pêşwaziya wê kirin.

Rojnamevana El Erebiye Rola Xetîb li Kampa Holê nêzîkî jinên DAIŞê bû û ji wan re got: “Silav.. Gelo hûn zarokên xwe dişînin dibistanê? Li vir dibistan heye?”, ti jin bersiv neda pirsyarên rojnamevan.

Piştre nêzî jineke din bû ku bi biraştina goşt ve mijûl bû, jê çend pirsyaran kir, lê wê jî bersiv neda.

Rojnamevan li nav Kompa Holê geriya û hewl da bi zarokan re biaxive û ji wan pirsî ku çima bersiva wê nadin, lê bersiveke ku ne li bendê bû jê re ji zarokekî 4 salî hat: “Ji ber ku tu kafir î.” Rola Xetîb ji zarok pirsî: “Çima ez kafir im?”, zarokekî bersiv da û got: “Ji ber ku serê te nixumandî nîne.” Zarokekî din jî got: “Tu zarokan dikujî.”

Rojnamevanê bersiv da û got: “Li cem min çek tune, çawa zarokan dikujim?" zarokekî got: “Demançe li cem te heye.” Diyar bû ku zarokan mîkrofon dîtine û wisa zen kirine ku demançe ye.

Dema rojnamevan Rola Xetîb ji zarokan re diyar kir ku ew ji bo alîkariya wan hatiye, zarokan jê re gotin "tu derwan dikî, ewilî biçe serê xwe binixumîne".

Rojnamevan ji zarokan pirsî ku eger serê xwe nenixumîne, dê çi bikin, zarokek jê re got: “Em ê te bikujin, em ê serê te jêkin.”

Rola Xetîb di daxuyaniyekê de diyar kir ku hiştina wan zarokan li nav kampeke girtî, bêyî dibistan, bêyî perwerdeyeke hevdem, bêyî nasname, karesat e û civaka navnetewî jê berpirsyar e.

Xetîb destnîşan kir ku "Dewleta DAIŞê" bi dawî bûye, lê "rêxistinên DAIŞê" bi dawî nebûye, bi hezaran zarok bi vî awayî perwerde dibin, ev kamp ji bo siberojê "DAIŞeke mezintir" berhem tîne.