Antony Blinken pesnê Pêşmerge û HSDê dide

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji ber hevbeşiya li dijî DAIŞê, pesnê hêzên Pêşmerge û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di duyemîn salvegera têkbirina DAIŞê de ragihand; temamê deverên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn dagirkirin, ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, hêzên Pêşmerge, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û artêşa Iraqê ve hatin paqijkirin.

Antony Blinken ji ber hevbeşiya li dijî DAIŞê, pesnê hêzên Pêşmerge û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) da û eşkere kir ku li dijî paşmayiyên DAIŞê, dê ligel van hevparên xwe xebata xwe bidomînin.

Blinken diyar kir: “Berpirsên sereke yên vê rêxistina terorê hatin jinavbirin û em lêgerîna berpirsên mayî yên vê rêxistinê jî didomînin, da ku rê li ber serîhildanê were girtin û werin darizandin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken destnîşan kir ku piştî şerê dijî DAIŞê, nêzîkî 8 milyon kes vegeriyan cih û warên xwe û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo aramî û jinûve avakirina herêmê, piştgiriya xwe didomîne.