Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Qeterê kir

Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê 24ê Adara 2021ê li Selaheddîn pêşwaziya Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî kir.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê 24ê Adara 2021ê li Selaheddîn pêşwaziya Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî û şandeke ligel wî kir.

Di civîna di navbera wan de Wezîrê Derve yê Qeterê silavên Mîrê Qeterê gihande Serok Barzanî û pêzanînên xwe ji bo geşbûn û aramiya Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand ku li Herêma Kurdistanê derfetên gelek baş ji bo sermayeguzariyê heye. Ev yek jî xiste rû ku vekirina Konsolxaneya Qeterê li Hewlêrê dê bibe bingeheke baş ya karkirina li ser wê derfeta aborî û sermayeguzariya li Herêma Kurdistanê heye. Hêvî jî xwest ku peywendiyên her du aliyan geşbûnê bi xwe ve bibîne.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî ku bixêrhatina şanda mêvan kir, xweşhaliya xwe li vekirina Konsolxaneya Qeterê ya li bajarê Hewlêrê derbirî û pêşwaziyê jî li berfirehtirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Qeterê kir.