Rûsya û Tirkiye li ser Idlib û Helebê li hev kirin

Her du aliyan li hev kirin, 3 deriyan li herêmên Idlib û Helebê ji nû ve vekin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, ew bi aliyê Tirk re gihaştine lihevkirinekê da ku 3 deriyan li herêmên Idlib û Helebê ji nû ve vekin, da ku rewşa mirovî ya dijwar li herêmên di bin kontrola Tirkiyê de sivik bibe.

Alîkarê Rêveberê Navenda Lihevhatinê ya aliyên Sûrî Himêmîmê ya ser bi Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê General Aleksander Karpov di konferanseke rojnamevanî de got: “Bi armanca vekirina dorpêça li ser sivîlan, biryar hat dayîn deriyên Seraqib û Mîrnaz li Idlibê û deriyê Zeydên li Helebê bên vekirin.”

Karpov got: "Em di wê baweriyê de ne ku ev çare, pabendbûna ma ya rasterast bi çareseriya aştiyane ya krîza Sûriyê li ser asta herêmî û navdewletî nîşan dide."

Li herêmên bakurê Sûriyê yên di bin kontrola Tirkiye û grûpên ser bi ve, rewşa mirovî gelek xirap e û di çend rojên borî de xelkê nerazîbûna xwe ji kiryarên grûpên çekdar nîşan dabû.