Ocalan bi birayê xwe re pêwendiyeke telefonî encam da

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand; malbata Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi rêya telefonê pêwendiyek pêk aniyê.
Abdullah Ocalan
Abdullah Ocalan

Navenda Nûçeyan (K24) - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand; malbata Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi rêya telefonê pêwendiyek pêk aniyê.

Parêzerên Abdullah Ocalan derbarê pêwendiya telefonî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand: “Ji bo ku malbata Abdullah Ocalan mafê xwe yê pêwendiya bi telefonê bi kar bîne, ji bo dozgeriyê hatine bangkirin. Dema Ocalan bi birayê xwe re diaxivî, piştî demeke gelek kurt, axaftin hatiye birîn û axaftin nehatiye berdewamkirin.”

Parêzerên Ocalan amaje bi wê yekê kirin ku dozgerî, ji bo ku mafê xwe yê pêwendiya bi telefonê bi kar bînin, gazî malbata muwekîlên wan, Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş yên di girtîgeha Îmraliyê de ne kiriye.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniyê de diyar kir ku “Dema Ocalan bi birayê xwe re diaxivî, piştî demeke gelek kurt, axaftin hatiye birîn û nehatiye berdewamkirin. Axaftina Hamîlî Yildirim jî pir kurt berdewam kiriye lê Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji ber ku rewşa tecrîtê protesto kirine, pêwendî pêk neanîne.”

Herwiha Buroyê tekez kir ku derfeta wan çênebûye ku ew derbarê rewşa tenduristiya Ocalan de agahdariyeke baş bi dest xwe bixin û ji ber vê yekê ji bo ku li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin, daxwaza hevdîtineke lezgîn dikin.

Herî dawî di 3yê Adara 2020an de malbata Ocalan bi wî re hevdîtin kiriye û di 27ê Nîsana 2020an de birayê wî Mehmet Ocalan bi rêya telefonê peywendî ligel pêk aniye.