Li Iraqê tenê çar Cihû mane

Mirina Dr. Zafêr Eliyahu, gelek kesên li Iraqê xemgîn kir, ji ber ku bijîşkekî xwebexş bû û bêpere kesên hejar tedawî dikir, piştî mirina wî tenê 4 Cihû li Iraqê mane.
Goristana Cihûyan a li Bexdayê, wêne: AFP
Goristana Cihûyan a li Bexdayê, wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Mirina Dr. Zafêr Eliyahu, gelek kesên li Iraqê xemgîn kir, ji ber ku bijîşkekî xwebexş bû û bêpere kesên hejar tedawî dikir, piştî mirina wî tenê 4 Cihû li Iraqê mane.

Goristana Cebabiye ya Cihûyan a li Bexdayê, êdî kes serdanê nake û tenê zilamekî bi temen ê Misilman car caran li wê derê tê dîtin.

Xwişka Dr. Zafêr Eliyahu ku nexwestiye navê wê were eşkerekirin, ji ajansa AFPê re diyar kiriye: “Li ser gora Dr. Zafêr Eliyahu, ji kesên ku dua dikir, tenê ez Cihû bûm.”

Li Bexdayê tenê perestgeheke Cihûyan maye, ew jî haxamê wê tune.

Cihûyan li Iraqê duyem pirtûka xwe ya pîroz nivîsandine; pirtûka Telmûda Babîlê, axa ku pêxember Hz. Îbrahîm tê de jidayîk bûye û tê gotin ku Baxa Eden li wir e.

Piştî 2 hezar û 500 sal ji wê demê, çaxa ku Osmaniyan Bexda birêve dibirin, Cihû pêkhateya duyem a herî mezin a Bexdayê bûn û %40ê nişteciyên wê pêk dianîn.

Edwin Shuker, ku di sala 1955an de li Iraqê jidayîk bûye, lê di temenê xwe yê 16 salî de ber bi Brîtanyayê koç kiriye, diyar kiriye: “Ji bilî Herêma Kurdistanê, li Iraqê tenê 4 Cihû mane ku dê û bavê wan Cihû bûn.”

Di Hezîrana sala 1941ê de, pogroma "Ferhûd"li dijî Cihûyan birêve çûye, ji bilî talankirina mal û milkên wan li Bexdayê, 100 kes jî hatine kuştin.

Di sala 1948an de Dewleta Îsraîlê hat damezrandin, piştre 150 hezar Cihûyên Iraqê, nasnameyên wan ji wan hatin standin û belgename bi wan hat tijekirin ku ew “bi daxwaza xwe" Iraqê terk dikin û dev ji welatîbûna Iraqê berdidin. Di sala 1951ê de, %96ê Cihûyan, Iraq bi cih hiştin.

Di serdema rejîma Beisê de, Cihûyên ku li Iraqê bûm, bi tawana sîxûrîkirinê hatin darvekirin.

Di sala 2009an de tenê 8 Cihû li Iraqê mabûn. Piştre hejmara wan jî kêm bûye û niha tenê 4 kes mane.