Blinken: Divê penaberên Sûriyê vegerin cih û warên xwe

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand; divê Neteweyên Yekbûyî li ser wê yekê bixebite ku penaberên Sûriyê bi dilê xwe vegerin cih û warên xwe.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand; divê Neteweyên Yekbûyî li ser wê yekê bixebite ku penaberên Sûriyê bi dilê xwe vegerin cih û warên xwe.

Antony Blinken di Konferansa Alîkarîkirina Sûriyê de gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Serok Biden di wê baweriyê de ye ku divê siyaseta derve bi hemahengiya welatan ve girêdayî bibe ji bo çareserkirina qeyranên cîhanê, ji ber ku bi tena serê xwe, ti pirsgirêkeke navdewletî nayê çareserkirin.”

Blinken diyar kir: “Derbarê Sûriyê de, divê Neteweyên Yekbûyî ji bo wê yekê bixebite ku penaberên wî welatî, bi dilê xwe vegerin. Herwiha Encûmena Asayîşê jî di demeke herî nêz de bixebite ji bo vekirina hemû deriyên Sûriyê bi mebesta gihandina alîkariyên mirovî bêyî ti rêgiriyekê.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê destnîşan kir ku yekane çareseriya êş û qeyrana Sûriyê, çareseriya siyasî ye.