Amerîka û Qeter 700 milyon Dolar ji bo alîkariya mirovî bo Sûriyê terxan dikin

Li gorî agahiyên rêxistina Hevkariya ligel Birçiyên Cîhanê niha pêwîstiya zêdetirî 12 mîlyon kesî bi nan û xwarinê heye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîka Antonî Blinken di daxuyaniyekê de ragihand, welatê wî ji bo rûbirûbûna krîza Sûriya zêdetir 596 milyon Dolaran wek alîkarîyên mirovanî pêşkêş bike.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîka, ew alîkarî ji gelê Sûriyê yê hundir re bê kirin ku hejmara wan nêzî 13,4 mîlyon e û beşeke din a alîkariya Washîngtonê dê ji bo penaberên Sûrî yên li Iraq, Tirkiye, Lubnan, Misir û Urdunê re ye ku 5,6 mîlyon koçber in.

Wezîra Derve ya Amerîkî bang li Encûmena Asayişa Navdewletî kir ku alîkarîyên mirovahîyê bo Sûrîyê neke pirsgirêkeke sîyasî û ji bo gihandina alîkarîyên zêdetir divê deriyên sînorî werin vekirin.

Girêdayî vê babetê, çavkaniyên nûçeyan eşkere kirin ku Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdilrehman El-Sanî tevî tekezkirina li ser çareseriya siyasî ji bo aloziya Sûriyê, hevdem welatê wî 100 milyon Dolar ji bo hewldanên civaka navdewletî ji bo rûbirûbûna aloziya Sûriyê veqetandiye.

Hejmara Sûriyan nêzî 20 milyon kes e. Li gorî agahiyên rêxistina Hevkariya ligel Birçiyên Cîhanê niha pêwîstiya zêdetirî 12 mîlyon kesî bi nan û xwarinê heye. Daneyên rêxistina UNICEF: "Di navbera salên 2011-2020'an de ji bilî biçekkirina nêzî 6 hezar zarokan, zêdetirî 12 hezar zarok hatin kuştin û birîndarkirin."

Zanyarîyên rêxistinên Netewên Yekgirtî aşkere dikin, di heyama 10 salên ji şerê navxweyî ya Sûrîya de bêtirî 500 hezar kesan hatine kuştin û bêtirî 1 miliyon kesan jî birîndar bûne û bi bêtirî 5 milyon kesan jî derbider û koçber bûne û her sal nêzîkî 2.5 milyon kes malên xwe dihêlin û koçber dibin.