Parlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser budceyê dicive

Parlamenterekî Hevpeymaniya Saîron dibêje, rêjeya yasayî dê temam bibe û dê deng bidin projeyasaya budceyê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Saîron hewl dide rêjeya yasayî ya parlamenteran ji bo Parlamentoya Iraqê îro bicive kom dike. Parlamenterek jî dibêje, rêjeya yasayî dê temam bibe û dê deng bidin projeyasaya budceyê.

Parlamenterê Iraqê ji Hevpeymaniya Saîron ji medyaya Iraqî re ragihand, di civîna îro ya Parlametoyê de ya ji bo pesendkirina projeyasaya budceyê, ji bilî parlamenterên Saîron, firaksiyonên Kurd, Sune û Tevgera Hîkme jî amade dibin. Bi vê yekê jî rêjeya yasayî temam dibe.

Ji aliyekî din ve, Hevpeymaniya Fetih li mala serokê wê Hadî Amirî kom bûne û biryar dane di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de amade bibin.

Biryar e, civîna Parlamentoya Iraqê îro demjimêr 13:00 destpê bike.

Biryar bû roja 28ê Adarê Parlamentoya Iraqê ji bo pesendkirina projeyasaya budceya Iraqê ya ji bo sala 2021an biciviya, lê ji ber nakokiyên di navbera aliyên Iraqî de, careke din civîna Parlamentoyê hat paşxistin.