Dadgerê tawanbarên Enfal û Helebceyê koça dawî kir

Dadgerê darizandina Sedam Husên, Mihemed Ureybî bi vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da.

Hewlêr (K24) – Dadgerê darizandina Sedam Husên, Mihemed Ureybî bi vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên K24ê, vê sibê rewşa tendirustiyê ya Dadger Mihemed Ureybî bi temamî têk çûêye û piştre ji ber giraniya nexweşiya wî, ku bi Koronayê ketibû, jiyana xwe ji dest daye.

Mihemed Ureybî di sala 1969an de li Bexdayê jidayîk bûye, di sala 1987an de li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bexdayê xwendiye û di sala 1992an de perwedehiya zanîngehê temam kiriye.

Di sala 2000an de li Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê bûye dadger û di sala 2004an de, Serokê Rejîma Be'sê ya rûxandî Sedam Husên, ji ber tawanên wî yên Enfal û kîmyabarana Helebceyê, ew darizand.