Parlamentoya Kurdistanê amadekariyên nivîsandina destûrê dike

Muna Qawecî: Nerîna hemû aliyan ew e ku di vê xula Parlementoyê de bibin xwedî destûra xwe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qaweçî ji Kurdistan24 re ragihand, Parlamentoya Kurdistanê amadekariyên nivîsandina destûrê dike û nerîna hemû aliyan ew e ku di vê xula Parlementoyê de bibin xwedî destûra xwe.

Mûna Qaweçî got: "Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di destpêka xula niha de serdana Serok Barzanî û aliyên siyasî kir û me li xaleke hevbeş dît ku hemû aliyan ligel wê ne ku divê di vê xula Perlemantoyê de bibin xwedî destûr.

Got jî: "Di civînekê, Serokatiya Parlementoyê bi fermî ji serokên firaksiyonan xwast ku heta 15ê meha bê nerîna xwe li ser mîkanîzma nivîsandina destûrê diyar bikin.

Herwiha da xuyakirin,"Reşnivîsa destûrê rehendeke niştîmanî ye, pêdiviya wê bi lihevkirina hemû heye, divê nerîna aliyên ku nûnerên wan di Perlemantoya Kurdistanê de hene û ew ên ku nûnerên wan di Perlemantoyê de tune ne jî li ber çavan were girtin, ji ber ku destûr, destûra hemû gelê Kurdistanê û nûnertiya hemû partiyan e û pêkhateyên Kurdistanê dike û mafê hemû kesan diparêze, ji ber vê yekê divê hemû alî ji nivîsandina destûrê agahdar bin.

Sekretera Parlementoyê diyar kir ku, “Piştî nivîsandina destûrê dê ew projeyasa dê bikeve bernameya karê Parlementoyê, kar li ser bê kirin, komîteyên taybet jê re werin amadkirin û piştî erêkirina Parlamentoyê, dê gelê Kurdistanê deng li ser bide.”

Diyar kir jî: “Me di serdana xwe de ya hemû alîyên siyasî piştevanîya nivîsandina destûrê dîtiye, Lê belê me bi berfirehî behsa mîkanîzma nivîsandina destûrê nekiriye. Em li bendê ne ku aliyên siyasî bi rêya frakêsên xwe nêrîna xwe bînin Parlamentoyê.”

Li ser helwesta pêkhateyan jî got, ''Hemû pêkhateyên Tirkem, Asûrî û Keldanî, ligel pêkhateyên olî jî, mafên wan têne parastin. Em dixwazin mafên wan li gorî destûrê were rêkxistin.”