Li bazarên Diyarbekirê amadekariyên meha Remezanê dest pê kiriye

Dikandar diyar dikin ku ew berheman giran distînin û ji ber berhem giran in jî welatî nikarin pêwistiyên xwe bi dilê xwe bikirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Bi nêzîkbûna meha Remezanê re, amadekarî jî li gel pandemiyê dest pê kirine. Lê welatî di bicihkirina pêwistiyên sifreya xwe de zehmetiyan dikşînin, dikandar jî, balê dikşînin ku fiyetên berheman ne di destên wan de ne, lê gazinc hemû li wan tên kirin.

Li bazarên Diyarbekirê amadekariyên meha Remezanê dest pê kirine. Dikandar û welatî tînin ziman ku amadekariya meha Remezanê pêwistî ye, lê hêza kirîn û firotinê her diçe kêmtir dibe.

Dikandarên li bazara penêr û taştê ya Diyarbekirê jî, yên pêwistî û xurekên sifreyan jî tînin ziman ku ew berheman giran distînin û ji ber berhem giran in jî welatî nikarin pêwistiyên xwe bi dilê xwe bikirin.

Penêrfiroş Mahmut Yaşar ji K24ê re diyar kir: “Beriya rojî nêzîk bibe fiyet kêmtir bûn, niha serê kîloya berhemê 2-3 lîre zêde bûye. Firotina me vê hefteyê şikir baş bû. Lê vê bazara me ku bê nûjenkirin, yan jî ciyekî nû bê çêkirin dê baştir jî bibe. Ez îro penêr bi 50 lîre bifiroşim jî lîreyekî kara min e, bi 10 lîre bifiroşim jî xwediyê wê lireyê me. Yanî eleqeya me bi bihabûnê nîne. Dîsa jî li gor berhemên din penêr zêde giran nebûye.”

Dikandar Abdulazîz Baran jî dibêje: “Her roj fiyet zêde dibin û her ku mişterî jî tên û berhem dikirin gazincan ji me dikin. Lê tiştek di destên me de nîn e, em jî ji fabrîqeyên hilberînê dikirin û difiroşin. Hêza madî ya welatiyan gelek kêm bûye. Berê mişteriyên ku bi torbeyan xurekan dikirîn, niha tên 5 kîlo dikirin. Gelek caran jî nikarin hemû pêwistiyên xwe bistînin û diçin.”

Dikandarên li Diyarbekirê balê dikşînin ku rêzemarketên mezin, ji ber dikarin erzantir berheman bifiroşin, rewşa bazara wan qelstir dike û bandorên neyînî dibînin.

Welatiyên ku ji bo amadekariyan derketibûn bazaran jî ji bo Kurdistan24ê, rewş û gazincên xwe wiha anîn ziman.

Hecî Sadiqê Hezroyî dibêje: “Welehî fiyeta toraqê 20 lîre, rûnê nivîşkî jî 55 lîre. Me jî êdî lihev kir, kirî. Rojiya Remezanê tê, me jî xwest ku em tedareka wê bigrin. Jixwe di paşîvan de tiştên giran nayên xwarin, emê jî nivîşk û toraqê dihev de bieciqînin û bixwin da ku pê niyeta rojiya xwe bînin.”

Melek Elmas destnîşan dike: “Penêrê wan gelekî xweş xuya dike û me li tamê nihêrt jî gelek xweş e  jî. Pak û paqij e, lê fiyet jî gelek bihane. ”

Welat Aydogmuş dibêje: “Zêde zêde bihabûn heye. Ji ber vê nexweşîna pandemiyê, kar û şol jî tune ku em bikin. Mirovê ku şol neke nikare xwarin jî bixwe jî, ji ber ku her tişt gelek giran bûye. Kes jî midaxeleya vê rewşê nake. Her kes li gor xwe fiyetan diyar dike û lê dide. Kes tune ye ku bipirse bibêje ka çima fiyet wiha giran in jî. ”

Yusuf Tekîn jî diyar dike: “Rewş qet nebaş e, me got em ji bo Remezanê amadekariya zexîreyan bikin, lê ecêba me li bazarê hat. Lê ji mecbûrî jî divê em haziriya xwe bikin. Malbata me mezin e, em bi hesavê ku 10 kîlo û 10 kîlo bikirin hatin, lê me 5 kîlo karî bikirin. Rewşa me ev e.”

Li bazaran bihabûn pêkve jî gazincên dikandar û welatiyan hene, lê ji aliye dinde jî bi kêm û zêdeyî amadekariya meha Remezanê berdewamin. Meha Remezana îsal li gel wê rewşa hatiye diyarkirin, dê bi bandorên pandemiyê jî derbas bibe.