Serokê Herêma Kurdistanê ligel Balyozê Amerîkayê civiya

Nêçîrvan Barzanî vê êvarê 12ê Nîsana 2021ê li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller kir.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê êvarê 12ê Nîsana 2021ê li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller kir.

Di civînê de gera sêyem a diyaloga stratejîk a Iraq – Amerîkayê, ku hefteya derbasbûyî birêveçû û Herêma Kurdistanê jî tê de beşdar bû xistin ber behs û paşeroja peywendiyên Amerîka û Iraqê li çarçoveya vê diyalogê de gotûbêj kirin. Her du aliyan tekezî li ser xwesta du aliyane ya pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Amerîkayê li ser bingeha berjewendiya hevbeş kirin.

Di beşeke din a civînê de ku Konsolê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê amade bû, behsa serdana sê rojên derbasbûyî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Bexda û hevdîtin û civînên li gel Serokayetiyan û serkirde û berpirsên bilind û alî û hêzên siyasî yên Iraqê kirin û her du alî hevre bûn ku ji bo derbaskirina kêşe û qeyranên welat û pêngav avêtina ber bi siberojeke baştir, tebayî û alîkariya di navbera tevahiya hêz û aliyên siyasiyan û pêkhatên Iraqê pêwîst e.

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Amerîka yê li Iraqê behsa pejirandina yasaya budceyê ya li Encumena Nûneran kir û bi pêngaveke erênî da zanîn. Her wiha hêvî xwestin ev pêngav bibe derfet û handerek ji bo hevdû têgihiştina zêdetir a Hewlêr – Bexda û çareserkirina kêşeyên din ên di navbera wan de li ser bingeha destûrê.

Pêşhatên pandemiya Korona û proseya derzî, amadekarî û proseya hilbijartinên bê yên Iraqê û rewşa navçeyê bi giştî, çend mijarên din ên civînê bûn.