Hişyar Ozalp: Me ji Demîrtaş re got dest ji siyaseta Tirkiyeyîbûnê berde

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (PDK-Bakur) Hişyar Ozalp li bajarê Edîrneyê li girtîgehê serdana Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş kir
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (PDK-Bakur) Hişyar Ozalp
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (PDK-Bakur) Hişyar Ozalp

Hewlêr (K24) - Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (PDK-Bakur) Hişyar Ozalp li bajarê Edîrneyê li girtîgehê serdana Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş kir. Ozalp û Demîrtaş li ser mijarên siyasî û rojevê axivîn.

Hişyar Ozalp beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser serdana xwe ya li girtîgeha Edîrneyê ya ligel Selahattin Demirtaş axivî û diyar kir: “Ew hevdîtina me, ne weke hevdîtina du partiyan an du rêxistinan bû. Selahattin Demirtaş jî postekî wî yê siyasî nîne, em jî weke du parêzerên Kurd, em çûn serdana wî.”

Li ser rewşa tendirustiya Demirtaş eşkere kir: “Tensirustiya wî pir baş bû û kêfa wî li cih bû.”

Hişyar Ozalp eşkere kir: “Me bêhtir li ser pirsgirêka Kurdan minaqeşe kir. Selahattin Demirtaş nûnerê xetekê ye li Bakurê Kurdistanê û ew jî weke Tirkiyeyîbûnê xwe bi nav dikin, him jî xwe welatperwerên Kurdistanî dibînin. Me li ser vê gengeşiyeke du-sê saetan domand û me gelek tiştan axivîn.”

Ozalp diyar kir: “Me jê re got ku ev siyaseta Tirkiyeyîbûnê ti destkeftin û berjewendî ji bo Kurdan dest nexistiye, an jî neaniye. Ji ber vê yekê ew jî weke serkêşekî Kurd ji bo berjewendiyên mirovekî siyasî û berjewendiyên Kurd tevdigere, eger bixwaze xizmeta miletê xwe bike, bêhtir peyama ser destkeftinên netewî yên Kurd bidin, an jî vekirîtir bibêjim; peyaman bide ku netewa Kurd li Bakurê Kurdistanê mafê xwe yê çarenûsî û qedera xwe tayînkirinê peyaman bide.”

Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDK-Bakur Hişyar Ozalp li ser xeta partiya xwe diyar kir: “Em dewleta Tirk weke kolonyalîst û dagirker dibînin li Kurdistanê û em mafê çarenûsî yê Kurdan diparêzin. Em xilasbûn û rizgarbûnê jî di vê de dibînin. Çareseriya rastîn ew e ku Kurd bi xwe biryara xwe bi xwe bidin, qedera xwe bi xwe tayîn bikin û ji vê zor û zordariyê tenê bi vî rengî dikarin xilas bibin.”