WHO li ser pêketinên nû yên vîrusa Koronayê hişyarî da

Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) li ser zêdebûna hejmara pêketinên nû yên vîrusa Koronayê hişyarî da.
Tedros Adhanom Ghebreyesus
Tedros Adhanom Ghebreyesus

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) li ser zêdebûna hejmara pêketinên nû yên vîrusa Koronayê hişyarî da.

Li gor WHO, di demên dawî de hejmara pêketinên nû yên vîrusa Koronayê dibe du qatê hefteya borî.

Rayedarên WHO dibêjin ku rêjeya belavbûna vîrusa Koronayê ji destpêka pandemiya vir ve radibe asta herî bilind.

WHO ragihand ku hefteya borî 541 hezar û 960 pêketinên vîrusa Koronayêy hatine tomarkirin.

Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku li welatên ji belavbûna vîrusa Koronayê filîtîne jî jinûve pêketin zêde dibin.

Tedros da zanîn ku pêketin û mirinên vîrusa Koronayê bi awayekî ku fikaran çêkin zêde dibin.

Li gor agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 139 milyon û 508 hezar û 140 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 2 milyon û 992 hezar û 388 kes bi wê mirine.