Rêya sereke ya Hewlêr – Duhokê hat vekirin

Qonaxa dawî ya xebata ser rêya sereke ya nû ya Hewlêr – Duhokê temam bû û îro li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hat vekirin.

Hewlêr (K24) – Qonaxa dawî ya xebata ser rêya sereke ya nû ya Hewlêr – Duhokê temam bû û îro li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hat vekirin.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di dema vekirina rêya sereke de ji rojnamevanan re axivî û ragihand ku vekirina vê rêyê dê bandora hêsankariyê li ser hatûçûna bajarên din ên Herêma Kurdistanê jî bike.

Omêd Xoşnaw diyar kir ku îro bi nûnertiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî vekirina vê cadeyê bûye û tekez kir ku kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide çêkirina rêyan.

Xoşnaw destxweşî li Hemin Group kir, ku tevî qeyranên li Herêma Kurdistanê derketine holê, karîne roleke berçav di vekirina cadeyên 120 metre û 150 metre yên Hewlêrê û rêya sereke ya navbera Hewlêr – Duhokê de bilîzin û xebatên xwe bi awayekî bilez bimeşînin û berî dema diyarkirî temam bikin.

Parêzgarê Hewlêrê destnîşan kir ku bi temambûna rêya sereke ya Hewlêr – Duhokê, ji bilî ku dê xizmeteke mezin bigihîne warê bazirganî û hatûçûna welatiyan, dê silametiyeke baş ji bo şofêr û welatiyan pêk bîne.

Omêd Xoşnaw diyar kir: “Dirêjahiya vê rêya temambûyî 35 kîlometre ye û hemû bingehên silametiyê tê de hatine liberçavgirtin û proje bi qasî 166 milyon dolar û bi serperiştiya Rêveberiya Rêyên Hewlêrê û ji aliyê Hemin Group ve gihiştiye encamê.”

Xoşnaw eşkere kir ku ji ber metirsiyên vîrusa Koronayê, merasîma vekirina vê rêyê nehat encamdan û tenê ew weke nûnerê Serokwezîr beşdarî vekirina vê rêyê bûye.