Rûsya: Me li Tedmûrê 200 çekdar kuştin

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand ku li Sûriyê operasyoneke esmanî encam dane û nêzîkî 200 çekdar kuştine

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand ku li Sûriyê operasyoneke esmanî encam dane û nêzîkî 200 çekdar kuştine.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevanî ya Rûsyayê; li bajarê Tedmûrê yê Sûriyê du veşargehên çekdaran kirine armanc û di operasyona esmanî de nêzîkî 200 çekdar kuştine.

Serokê Navenda Lihevanîna Aliyên Sûriyê ya Rûsyayê Aleksander Karpov ragihand ku operasyona esmanî li bakurê bajarê dîrokî yê Tedmûrê hatiye kirin.

Aleksander Karpov diyar kiriye: “Li gor raportên îstixbaratê, endamên rêxistinê li nêzîkî Tedmûrê cihekî veşartî ji bo perwerdeyê çêkirine û berî ku terorîstan ji bo êrîşan bişînin cihên cuda cuda yên welêt, li wê derê perwerde dikirin.”

Di daxuyaniyê de nehatiye eşkerekirin ku kîjan grûpa li dijî hikûmeta Sûriyê şer dikin, kirine armanc.

Rûsya ji sala 2015an ve di şerê navxwe ya Sûriyê de ji aliyê leşkerî û siyasî ve piştgirî dide hikûmeta Serokê Dewletê Beşar Esed.