Li Semsûrê goreke 1500 salî hat dîtin

Li navçeya Kahta ya Semsûrê tekerê wesayîteke kar ji erdê çû xwarê û goreke 1500 salî ya bi sê jûran hate dîtin.
Semsûr
Semsûr

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Semsûrê tekerê wesayîteke kar ji erdê çû xwarê û goreke 1500 salî ya bi sê jûran hate dîtin.

Li Bakurê Kurdistanê, navçeya Kahta ya Semsûrê, goreke zinaran ku 1500 sal berê hatiye çêkirin, hate dîtin.

Di dema derbasbûna wesayîteke kar de, çalek di rê de vebû û li bin çalê hestî hatin dîtin.

Piştî lêkolînên berfirehî hate dîtin, gor ji sê jûran pêk hatiye, têde bi giştî hestiyên 7 termên cuda hene. Her wiha li teniştê jî mesîneke avê jî hate dîtin.