Parêzerê Demîrtaş: Dewlet dixwaze bi doza Kobanî Kurdan ceza bike

Di 26ê Nîsanê de li 22yemîn Dadgeha Cezaya Giran ya Enqereyê rûniştina doza bûyerên Kobanî ya 6-8ê Cotmehê tê kirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di 26ê Nîsanê de li 22yemîn Dadgeha Cezaya Giran ya Enqereyê rûniştina doza bûyerên Kobanî ya 6-8ê Cotmehê tê kirin. Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî di nav de 108 kes tên darizandin. Parêzerên Demîrtaş derbarê tawanbarî û rastiya bûyeran de pirtûkek amade kirin û Kurdistan24 jî di nav de ji bo dezgehên medyayî rêkirin ku xwest in doza Kobanî ji nêz ve were şopandin. Parêzerê Demîrtaş, Mehmet Emîn Aktar got; ev dozname bêbingeh e, dewlet dixwaze kurdan bi van tohmetan bêrûmet û ceza bike.

Li bajarên Tirkiye û Bakur di 6-7 û 8ê Cotmeha 2014an de ji bo protestokirina helwesta hikûmetê û êrişên DAIŞê yên li ser bajarê Kobanê welatiyan xwepêşandan li dar xistibûn û di xwepêşandanan de bûyer derketibûn û bi giştî 37 kesan canê xwe ji dest dabûn. Piştî 6 sal û 3 mehan ango di 7ê Çileya 2021an de derbarê bûyeran de doznameyeke ku ji 3 hezar û 530 rûpelan pêk tê hat amadekirin. Di doznameyê de Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîtaş jî di nav de 108 kes tên darizandin.

Parêzerê Demîrtaş Mehmet Emîn Aktar ji K24ê re diyar kir; Demîrtaş bi “rêveberiya rêxistinê û bangeşeya rêxistinê, muxalefiya qanûna bingehîn û handana tawanan” tê sûcdarkirin.

Mehmet Emîn Aktar got: “Dibêje (dozger) HDPê li ser hesabê xwe yê twîtterê bang li gel kiriye ku derkevin kolanan û protesto bikin. Heta 2016an derbarê tu kesan de - ku gelek ji wan rêveberên HDPê ne- jî ti lêpirsîn nayê vekirin û îfadeya wan jî nagrin. Piştî 2016an di 2017an û 2018an de îfade hatin standin. Dema ku Demîrtaş di 2016an de hat girtin, jê re gotin te bûyer handane û ji wir doz hat vekirin.”

Demîrtaş di 4ê Mijdara 2016an de hat girtin û piştî ku ti encam ji hiqûqa navxweyî nehat bidestxistin Demîrtaş di 20ê Sibata 2017an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpayê da. Dadgeha Ewrûpa di 20ê Mijdara 2018an de biryar da ku Demîrtaş ji ber sedemên siyasî hatiye zindanîkirin û divê demildest were azadkirin. Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan, roja piştî biryara dadgehê got; ‘Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan me girê nade, em jî dê gavekê li hember vê bavêjin û vî karî biqedînin.’  Parêzerê Demîrtaş Mehmet Emîn Aktar amaje dike ku Tirkiye Peymana Mafê Mirovan ya Ewrûpayê binpê dike.

Mehmet Emîn Aktar dibêje: “Dadgeha Ewrûpa derbarê Demîrtaş de dibêje; bang rast be jî daxwaza partiyeke an jî şexsekî bikaranîna mafeke demokratîk be tu ji wir nikarî ti kesê sucdar bikî. Protesto mafekî demokratîk e. Dema ku gel derkeve kolanan û êrişên DAIŞê, êrişên hovane protesto bike ev mafekî demokratîk e. Ji ber vê yekê ti kes nayê sucdarkirin.”

Selahedîn Demîrtaş jî bi rêya parêzerên xwe Kurdistan24 jî di nav de ji dezgehên çapemeniyê re nameyek û pirtûkek rêkir ku tê de behsa tawanbariyan û rastiya bûyeran dike. Parêzerên Demîrtaş xal bi xal bersiva hemû îdîayan didin û bi belgeyan îdiayên pûç dikin.  Demîrtaş di nameya xwe de dibêje ew dê bi hevalên xwe re wekî her caran dîsa behsa rastiyan bike.

Mehmet Emîn Aktar diyar dike: “Armanc ne ewe ku wê dozê bimeşînin. Heta îro jî derbarê kesên ku di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane, ji bilî Yasîn Borû û çend hevalên wî derbarê kujerên yên din de heta îro jî lêpirsînek nehatiye kirin û doz nehatiye vekirin. Yanî li ser bûyeran re 7 sal derbas bûye û heta îro dewletê ev erkê xwe bicih nehaniye. Lê îro dibêje hûn bûne sebebe kuştina van kesan.”

Parêzerê Selahedîn Demîrtaş, Mehmet Emîn Aktar dibêje; mebesta vê dozê ne zelalkirina bûyerên Kobanê ye û sedemên vekirina dozê wiha tîne zimên: “Mebesta vê dozê ev e, yek dibêje ku siyaset û sekna kurdan ji bo pêşeroja dewleta tirk xetere ye. Ji aliyekê ve dixwaze siyasetmedarên kurd tesfiye bike û dema wan tesfiye dike jî wan piçûk bixîne. Bi vî awayî sucdar dike. Tiştên ku nebûye û bêbingeh in dibêjin. Bi van him dixwaze li ser raya giştî wan bêîtîbar bihêle him jî dixwaze wan ji siyasetê tesfiye bike.”

Hevserokê berê yê HDPê û siyasetmedarê kurd Selahedîn Demîrtaş, di 4ê Mijdara 2016an de li Diyarbekirê  hat girtin û li Edirne ya ku hezar û 600 kîlometre ji Diyarbekirê dûr hat zindankirin.  Tevî biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpayê 4 sal û nîv e ku Demîrtaş di zindanê de ye. Demîrtaş û parêzerên wî dibêjin; ev doz ne hiqûqî ye lê ew siyasî ye û dewlet dixwaze kesên ku daxwaza mafên kurdan dikin ceza bike.