Li Qamişlo agirbest di navbera aliyên şer de hat ragihandin

Piştî şerê 4 rojan, hêzên Asayişê û hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve, agirbest heta demjimêr 10:00 li bajarê Qamişlo ragihandin.

Qamişlo (K24) – Piştî şerê 4 rojan, hêzên Asayişê û hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve, agirbest heta demjimêr 10:00 li bajarê Qamişlo ragihandin.

Peyamnêrê K24 li Qamişlo ragihand, piştî civîna fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Polîsa Serbazî ya Rûsyayê, agirbest heta demjimêr 10:00 li bajarê Qamişlo ragihandin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, biryar e sibe civîneke din di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HSD û Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê bê girêdan, li gor encamên wê civînê dê biryareke din derbarê agirbestê de derkeve.

Şeva 20ê vê mehê çekdarên Berevaniya Niştimanî êrîşî rêbendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kolana Wihdê ya li nêzî taxa Tey kiribû û di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kuştin. Piştre şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derket.