ENKS daxwaza rawestandina şerê li Qamişlo dike

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaza rawestdandina şer li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê dike.
Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS)
Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS)

Hewlêr (K24) - Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaza rawestdandina şer li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê dike.

ENKS bi beyanameyekê ragihand: “Milîsên Berevaniya Niştimaniya ser bi rejîma Sûriyê sedema sereke ya derketina şer in li gel hêzên asayîşa ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD).”

Di beyanameya xwe de ENKSê demildest ragirtina şer bo parastina hemwelatiyên sivîl, mal û milkên wan dike, ku ew şer bûye cîhê tirs û xofê li gel hemwelatiyan.

ENKS daxwaz ji kesayet û pêkhateyên Qamişlo dike bi ruhê berpirsyariyê danûstandin li gel rewşê bikin û her fikreke li dijî hevqebûlkirin û pêkvejiyanê, red bikin.

Li gor zanyariyên dawiyê di şerê derketiye de heta niha 3 zarok bi guleyên çekdarên ser bi rejîma Sûriyê ve jiyana xwe ji dest dane û du zarok jî birîndar in.

Herwiha asayîşa PYDê jî berî niha ragihandibû ku karmendekî asayîşê yê bi navê Xalîd Hacî jiyana xwe ji dest daye û di şer de herî kêm 5 çekdarên ser bi rejîma Sûriyê jî hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.