Tirkiye baregehên PKKê li başûrê Kurdistanê bombebaran dike

Firokeyên Tirkiyê navçeyên Metîn, Avaşîn, Zab û Qendîlê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiyê di operasyoneke de bi firokeyên F-16 û helîkopteran, baregehên PKKê li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, firokeyên şer ên Tirkiyê ji çend demjimêran ve ye bi awayekî berfireh dest bi bombebarana baregehên PKKê li navçeyên Metîn, Avaşîn, Zab û Qendîlê yên Başûrê Kurdistanê kirine.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, 10 firokeyên F-16 û çend helîkopter di wê operasyonê de beşdar in û hêzên Tirkiyê li 3 deverên Metînayê daketin û êrîş kirin.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Bajarokê Kanî Masî Serbest Sebrî ji K24ê re ragihand: "Hin baregehên PKKê li gundên herêmê, aliyê firokeyên şer û helîkoptêrên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.”

Her di wê derbarê de, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bi vîdyo konferansê pêwendî bi Navenda Operasyona Artêşa Tirkiyeyê re danî û got, bi beşdariya hêzên hewayî û bejahî li ser sînorê dest bi operasyonê kirine.

Herwiha Erdogan da xuyakirin, armanca operasyonê nehîştina teror û gefên ewlekariyê li ser sînorê Başûrê Tirkiyê ye û got, ew pabendî serwerî û yekparçeyiya axa Îraqê ne û di dahatûya Tirkiye û Îraq û Sûriyê de cihê PKKê nîne.