Li Rojavayê Kurdistanê 12 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 10 kesan ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên koronayê belav kirin û diyar kir, 103 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 19 kes li Hesekê, 15 kes li Qamişlo, 14 kes li Dêrikê, 5 kes li Amûdê, 4 kes li Girkê Legê, 1 kes li Cil Axa, 1 kes li Til Temir, 20 kes li Dêrazorê, 16 kes li kampa Roj û 8 kes li Kampa Holê ne.

Herwiha eşkere kir, 12 kesan canê xwe ji dest dane, li hemberê jî 7 kes ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 14925 kesan, ji wan 1513 kes baş bûne û 507 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.