Li Tirkiye 347 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta niha 38 hezarû 630 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 347 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê da xuyakirin, di heyama 24 demjimêrên dawî de, 260 hezar pişkinîn hatine kirin û encamên 38 hezar û 553 kesan pozîtîf derketiye.

Da zanîn jî, 347 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Bi amaran, hejmara kesên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi Koronayê ketine gihiştiye 4 milyon û 630 hezar kesan û 38 hezarû 630 kesan canê xwe ji dest dane.