Wezîrê Derve yê Îranê bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re dicive

Di civînan de, pêwendiyên Hewlêr û Tehranê û rewşa navçeyê tên gotûbêjkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca gotûbêjkirina pêwendiyên Hewlêr û Tehranê û rewşa navçeyê, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê dicive.

Biryar e îro Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Hewlêrê bike û ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive û rewşa navçeyê û pêwendiyên Hewlêr û Tehranê gotûbêj bikin.

Wezîrê Derve yê Îranê duhî bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê, piştî civîna ligel hevtayê xwe yê Iraqî Fuad Husên ragihand, pêwîst e tevahiya pirsgirêkên navçeyê bi riya diyalogê bêne çareserkirin.