Li Tirkiyê 346 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 346 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 346 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 39 hezar û 57 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 27ê Nîsanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 43 hezar û 301 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 2703 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 4 milyon û 710 hezar û 582 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 45 hezar û 592 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 4 milyon û 167 hezar û 263 kesan.