Pêleke metirsîdar a Koronayê bi ser Hindistanê de hatiye

Tenê di 3 rojan nêzîkî milyon haletên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hindistan piştî zêdebûna roketan di hejmara pêketî û mirinên bi vîrûsa Koronayê, gelek welatên rojavayî alîkariya bijîşkî ya lezgîn dişînin wî welatî.

Li gor dawî amaran, di 24 demjimêrên borî de li Hindistanê zêdetir ji 360 hezar haletên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin, ev jî bilindtirîn amarêm rojane yên cîhanê tê tomarkirin e.

Di çend rojên borî de cureyeke nû ya vîrûsa Koronayê ku bi Koronaya Hindî hatiye naskirin, li wî welatî derketiye û duhî 362 hezar û 902 kes pêketî hatin tomarkirin, 3 hezar û 285 kesan canê xwe ji dest dan.

Ev di demekê de ye, tenê di 3 rojên borî de nêzîkî yek milyon kesî bi vê cureya nû vîrûsa Koronayê ketine û nêzîkî 9 hezar kesan jî canê xwe ji dest dane.

Di wê derbarê de, duhî Brîtanyayê yekem karwana alîkariyên bijîşkî şand Hindistanê. Almayayê jî ragihand, ew amadekariyên şandina alîkariyan ji wî welatî re dike.

Tevî ku Hindistan mezintirîn berhemhênerê vaksînên li dijî Koronayê li cîhanê ye û ji çend mehan ve dest bi hinardekirina bi milyonan daneyên vakîna AstraZeneca bo seranser cîhanê kiriye, lê piştî zêdebûna hejmara pêketiyan li wî welatî û pêdiviya wê bi vaksînê, ji demekê ve ye hinardekirin rawestandiye.