Qedexeya sînordarkirî ya li rojavayê Kurdistanê hat dirêjkirin

Qedexeya sînordarkirî ya li Rojavayê Kurdistanê ji bo heyama hefteyekê hate dirêjkirin.
Bajarê Qamişlo
Bajarê Qamişlo

Navenda Nûçeyan (K24) – Qedexeya çûnûhatinê ya sînordarkirî ya li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser ji bo heyama hefteyekê hate dirêjkirin.

Serokatiya Hevbeş a Encûmena cîbicîkar a Rêveberiya Xweser ragihand, qedexeya sînordarkirî ji bo 7 rojên din hate dirêjkirin. Qedexe ji sibe 30 Nîsanê ve destpê dike û heta 6 Gulanê berdewam dibe.

Li gor biryarên qedexeyê:

Biryara qexedeyê ji demjimêr 7ê êvarê û heta 7ê sibê ji roja din dibe.

Hemû deriyên sînorî yên Rêveberiya Xweser tên girtin, tenê ji bo rewşên mirovî, nexweşiyan, xwendekaran û tevgera bazirganiyê dê vekirî bin.

Hemû kombûn (ahengên şahiyê, konên sersaziyê, civîn û nimêja li perestgehan û hemû kombûnên din) qedexe ne.

Hemû dibistan, zanîngeh, peymangeh û dayingeh dê girtî bin.

Hemû kafêtirya, qehwexane, bazar dê girtî bin, tenê dikarin daxwazên xwarinê yên derve (delivery) pêk bînin.

Divê hemû welatî divê pabendî tedbîrên xweparastinê bibin û maskan bi kar bînin.