Li Hindistanê hejmara pêketiyên Koronayê ji 18 milyonî derbas kir

Wezareta Tendirustiyê ya Hindistanê ragihand ku hejmara pêketiyên Koronayê (Covid-19) ji 18 milyonî derbas kiriye ku ew jî rekoreke nû ya cîhanê ye.
Hindistan
Hindistan

Navenda Nûçeyan (K24) - Hindistanê îro pêncşemê ragihand ku hejmara pêketiyên Koronayê (Covid-19) ji 18 milyonî derbas kiriye ku ew jî rekoreke nû ya cîhanê ye.

Wezareta Tendirustiyê ya Hindistanê ragihand ku di rojekê de 379 hezar 257 pêketiyên nû hatine tomar kirin û 3 hezar 645 kesên din jî jiyanên xwe ji dest dane ku ew jî ji destpêkirina pandemiyê ve rêjeya herî bilind e.

Hindistan ku li cîhanê nifûsa herî mezin ya duyem e, di krîzeke kûr de ye ji ber ku li nexweşxane û morgan cih nemane û karmendên tendirustiyê nikarin bersivdana zêdebûna domdar ya pêketinan bidin.

Rayedarên tendirustiyê balê dikşînin ku ew êdî mecbûr bûne ku trenan û otelan bikin navendên lênêrîn û çavdêriya krîtîk ya nexweşên Covid-19ê.

Hikûmeta Hindistanê bi hêviya pêşlêgirtina belavbûna vîrusê biryar daye ku hemî kesên ji 18 salî mezintir werin vaksînkirin.