Ji bo hilbijartinên serokatiya Sûriyê 51 kesan xwe kirine namzed

Ji bo namzedbûna 51 kesên ku serlêdan kirine, were qebûlkirin, pêwîst e ji 250 endamên Konseya Gel a bi ser partiya Beesê ve, herî kêm 35 ji wan namzedan pesend bikin.
Hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê dê 26ê Gulanê were lidarxistin
Hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê dê 26ê Gulanê were lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê ku dê 26ê Gulanê were lidarxistin, heta niha 51 kesan xwe kiriye namzed.

Hat ragihandin ku ji bilî Beşar Esed, namzedên din nayên naskirin ku jin jî di nav wan de cî digirin.

Ji bo namzedbûna 51 kesên ku serlêdan kirine, were qebûlkirin, pêwîst e ji 250 endamên Konseya Gel a bi ser partiya Beesê ve, herî kêm 35 ji wan namzedan pesend bikin.

Li gorî yasayê divê kesên xwe kirine namzed ji sala 2010an ve bênavber 10 salan li Sûriyê mabin.

Hêjayî gotinê ye ku civaka navdewletî ji xeynî Rûsya û Îranê pênaseyê li hilbijartinên Sûriyê nake, bi sedema ku çareseriyek ji bo krîza Sûriyê nehatiye dîtin.

Herwiha opozîsyona Sûriyê jî diyar dike ku heta di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî de çareseriyeke siyasî pêk neyê nabe hilbijartin bêne kirin.