Hûrgiliyên têkşikandina êrîşa DAIŞê ya ser hêzên Pêşmerge

Berpirsê Mîhwera Kerkûk – Pirdê Nûrî Heme Elî ragihand; hêzên Pêşmerge di demeke kêm de êrîşa DAIŞê têk şikand û bi temamî rewş kontrol kir.

Hewlêr (K24) – Berpirsê Mîhwera Kerkûk – Pirdê Nûrî Heme Elî ragihand; hêzên Pêşmerge di demeke kêm de êrîşa DAIŞê têk şikand û bi temamî rewş kontrol kir.

Nûrî Heme Elî diyar kir ku çekdarên DAIŞê sûd ji valahiya ewlehiyê ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de wergirtine û got: “DAIŞê piştî demjimêr 12:00ê şevê, êrîşî Pêşmerge kir, piştî 40 xulekan êrîşa DAIŞê hate têkşikandin û hêzên Pêşmerge ketin pey çekdarên ku direviyan.”

Li ser tijekirina valahiya ewlehiyê jî, Nûrî Heme Elî destnîşan kir: “Sengerên me li wan deveran hene, lê belê hikûmeta Iraqê rê nedaye li wan deran Pêşmerge cîgir bibin, loma berpirsyariya vê li stûyê wan e.”

Fermandarê Pêşmerge eşkere kir; çekdarên DAIŞê ji du aliyan ve li bilindayiyên Zurgeziraw ve êrîş kirine ser sengerên Lîwaya 10 a Pêşmerge û tenê di sengerkê de ziyanên canî çêbûne.

Nûrî Heme Elî ragihand; di encama wê êrîşa DAIŞê de 3 Pêşmerge şehîd bûne û 2 Pêşmerge jî birîndar bûne û hejmarek zêde jî çekdarên DAIŞê hatine kuştin.