Deriyên Diyarbekirê hîn jî hebûna xwe diparêzin

Diyarbekir bi qasî bircên xwe yên dîrokî di heman demê de bi deriyên xwe yên dîrokî jî navdar e.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Diyarbekir bi qasî bircên xwe yên dîrokî di heman demê de bi deriyên xwe yên dîrokî jî navdar e. Di rêza Bircên Diyarbekir de deriyên dîrokî bo têketina bajêr hatine avakirin ku bune mijara stranan û çîrokan ku hîn jî pirraniya wan deriyan hebûna xwe diparêzin.

Bajarê Diyarbekir ku ji beriya zayînê ji sala 2300an ve şaristanî lê zindî ye, wek malekê hatiye avakirin û dîwarên wê malê bi Bircên Diyarbekirê digihîjin hev ku di sala 349an de ji aliyê Împaratorê Bîzansiyan Konstantînosê 2. ve li dora bajêr hatine bilindkirin. Têketina vê malê jî bi deriyan e. Li çar hawîrdorê bajêr deriyên dîrokî li ser rêza bircan hatine avakirin û bi salan bo têketina bajêr ev derî hatine bikaranîn. Bi pirranî jî berê van deriyan li kîjan deverê be navê wê deverê li derî hatiye kirin. Deriyê Ruhayê jî yek ji wan deriyan e. Deriyek ê bazirganiyê ye ku ber bi aliyê Rojava ve vedibe. Deriyek mezin û bi heybet e ku ji 3 beşan pêk tê û ji destpêka avakirina Bircên Diyarbekir ve heye. Deriyek din ê dîrokî jî Deriyê Mêrdînê ye. Ji ber ku ber bi aliyê Mêrdînê ve vedibe ev nav lê hatiye kirin. Dîroknas Doktor Aarafat Yaz dibêje Deriyê Mêrdînê deriyek girîng ê bazirganiyê ye jî.

Dîrokzan Doktor Arafat Yaz ji K24ê re got: “Teybetmendiya vî derî ew e ku aliyê Bexda dinihêre. Kesên ku xwestine herin Bexdayê ji vê derê çune. Deriyê Çiyê û Deriyê Mêrdînê bi hev ve girêdayî ne. Rêya Bazirganiyê bû. Di nav Deriyê Çiyê û Deriyê Mêrdînê de 4 xan hene.”

Bircên Diyarbekirê dişibe  masîmertalê ku sere masîmertalê de Keleha Diyarbekirê heye û devê masîmertalê jî ji Dîcleyê avê vedixwe û  Deriyek ê dîrokî yê Diyarbekirê Deriyê Dîcle ye ku ber bi xeml û remzên Diyarbekirê Çemê Dîcle û Baxên Hewselê ve vedibe.

Doktor Arafat Yaz dibêje: “Çavkaniyên dîrokî de yên wek mesudî û her wiha erdnîgarên din dema behs dikin dibêjin “Babil ma” an jî “Babil huwe” ango deriye avê, Deriyê Dîcleyê ev e. Îxtîmalek heye ku hundirê kelehê de be jî lê wisa tê qebûlkirin ku Deriyê Dîcleyê evder e. Dibe ku piştî Osmaniyan evder restore kirine ew nav lê kiribin.”

Deriyek ê navdar jî Deriyê Çiyê ye ku çend navên din jî en wek Xerpêt, Elezîz û Ermen lê hatine kirin,  bi Mizgefta Merwaniyan ve ye. Ev derî jî ji aliyê bazirganiyê ve girîng e ku wekî gelek derî û berhemên din ên dîrokî di parastina vî derî de jî rola Merwaniyan girîng e ku girîngî dane berhemên dîrokî û xwedî li wan derketine.

Herwiha Doktor Arafat Yaz diyar dike: “Em li ber Deriyê Çiyê ne. Di çavkaniyan de wek Babil Cebel, Babil Ermen jî derbas dibe. Ji ber ku aliyê Erxeniyê Ermen hebun. Niha jî wek Deriyê Çiyê tê nasîn.”

Li Diyarbekirê 4 deriyên sereke yên mezin ên bi navê Deriyê Ruhayê, Deriyê Mêrdînê, Deriyê Dîcle û Deriyê Çiyê hene, girêdayî Keleha Diyarbekir a di nava Surê de jî 4 deriyên bi navê Deriyê Qesrê Deriyê Guharî, Deriyê Veşarî, Deriyê Fethê hene.  Ji bilî van deriyan 2 deriyên din ên bo hêsankirina hatçoyê hatine vekirin hene ku Kite Derî di sala 1950yê de, Cohte Derî jî di sala 1960ê hatine avakirin. Li gorî çavkaniyê dîrokî yên kevin û yên nû tê de bi tevahî 34 deriyên Sûrê hene.