Li herêma Girê Sipî 2 kes di teqînekê de hatin kuştin

Li bajarokê Silok yê ser bi Girê Sipî ve di encama teqînekê de, 2 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Silok yê ser bi Girê Sipî ve di encama teqînekê de, 2 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî di encama teqîna motorsîkleke bombekirî de, 2 kes hatin kuştin ku yek ji wan çekdarekî opozîsyona Sûriyê ya Tirkiye piştevaniya wan dike ye. Herwiha 4 kes jî di teqînê de birîndar bûn.

Bajarokê Silok li başûrê rojhilatê Girê Spî ye û ji Mijdara 2019an de di ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatibû dagîrkirin.

Ji dema dagîrkirina herêmên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî li wan herêma têk çûye, gelek caran teqîn lê rû didin û di encamê de welatiyên sivîl dibin qurbanî.