Kobanî.. Kêmberdana ava çemê Ferat dibe eger e kareseteke mirovî

Kêmberdana ava çemê Ferat ji aliyê Tirkiyê ve, dibe eger e kareseteke mirovî li Kobanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber kêmberdana ava çemê Ferat ji aliyê Tirkiyê ve, av li ser herêma Kobanê kêm bûye û eger e kareseteke mirovî rû bide.

Peyamnêrê K24ê li Kobanê Ridwan Bêzar da zanîn, nêzîkî 3 mehan e Tirkiyê ava çemê Ferat kêm berdide û vê yekê hîştiye ku asta avê di çem de nizm bibe û gelek gundên Kobanê bê av bimînin.

Li gor zanyariyên ku peyamnêrê me ji Rêveberiya Bendavan wergirtiye, niha Tirkiye 200 metro sêcar di çirkeyekê de ava çemê Ferat berdide. Li gor peymana navdewletî ya di navbera Sûriye û Tirkiyê de ya sala 1980 û 1994an de, divê Tirkiye 500 metro sêcar di çirkeyekê de berde.

Destnîşan kir jî, kêmberdana avê, bûye sedemek ku asta avê di çemê Ferat de kêm bibe û pirsgirêk di ava vexwarinê de derkeve ku têra xelkê herêmê neke.

Diyar kir jî, kêmbûna avê bandor li dirustkirina elektirîkê jî kiriye ku di rojê de tenê 4 demjimêran berhem bînin.

Herwiha kêmbûna berdana avê di çemê Ferat re, ziyaneke mezin jî gihandiye çandiniya li deverê, bi taybet ku îsal rêjeya barîna baranê jî kêm bû.

Di vê derbarê de, Rêveberiya Bendavan a Rêveberiya Xweser bang li Netewên Yekgirtê û aliyên pêwendîdar dikin, ta ku çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin û Tirkiye para herêmê û Sûriyê bi giştî ji ava çemê Ferêt berde.