Yekem tendirustkarê koçber ê Rojava vaksîna Covid-19 li Herêma Kurdistanê wergirt.

Yekem karmendê tendirustiyê yê penaber ê Rojavayê Kurdistanê vaksîna Covid-19 li Herêma Kurdistanê wergirt.
Diktor Qanê Muhyedîn
Diktor Qanê Muhyedîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekem karmendê tendirustiyê yê penaber ê Rojavayê Kurdistanê vaksîna Covid-19 li Herêma Kurdistanê wergirt.

Diktorekî ji Rojavayê Kurdistanê, yekem vaksîna Covid-19 li navendeke tendirustiyê ya li parêzgeha Duhokê wergirt. Ew dibe yekem karmendê tenduristiyê yê koçber ê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ku li Herêma Kurdistanê di çarçoveya bernameya vaksînlêdana li Herêmê de werdigire.

Diktor Qanê Muhyedîn (34 salî) ji bajarê Qamişlo Rojavayê Kurdistanê ye, piştî êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser Serê Kaniyê di Cotmeha 2019an de, koçberî Herêma Kurdistanê bûye.

Diktor Qanê niha li bajarê Dihokê dijî û li Kampa Domiz 2 bi ajansa penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) re wek karmendekî tenduristiyê kar dike.

Diktor Qanê ji malpera K24ê beşa Îngîlîzî re axivî û got, "Ez yekem karmendê tenduristiyê yê penaber im, yekemîn kes im vaksîna Brîtanî-Swêdî Oxford-AstraZeneca wergirt.

Herêma Kurdistanê di destpêka Adara 2021'an de piştî radestkirina vaksîna sînopharma Çînî a li dijî COVID-19, kampanyaya xwe ya vaksînê da destpêkirin. Herwiha li Herêma Kurdistanê vaksînên AstraZeneca, Pfizer-BioNTech a Amerîkî-Elmanî jî tên wergirtin.

Rayedarên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê ji bo hêsankirina pêvajoya vaksînlêdanê, formeke serlêdanê ya li ser înternetê dan destpêkirin ku welatî, koçber û penaberên li Herêmê dikarin hemû qeydên xwe lê bikin.

Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzncî roja Yekşemê ji k24ê re ragihand, heta niha karmendên tenduristiyê ji sedî 70 zêdetir ji vaksînên li ber destê wan in, bi kar anîne.

Di wê derbarê de, Nûnerê UNHCR li Iraqê Philippa Candler spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê kir ku di nav de penaberan di kampanyaya vaksînlêdana dane destpêkirin.