Li Tirkiyê di rojekê de 347 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 347 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 347 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 24 hezar û 733 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 3yê Gulanê yê vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 24 hezar û 733 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 2501 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 4 milyon û 900 hezar û 121 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 35 hezar û 438 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 4 milyon û 515 hezar û 819 kesan.