Li Rojavayê Kurdistanê 14 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 91 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 14 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên Koronayê belav kirin û diyar kir, 14 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 1 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 1 kes li Dêrazorê û 7 kes li tebqayê ne.

Herwiha diyar kir, 91 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 9 kes li Hesekê, 11 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê, 2 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Til Temirê, 1 kes li Rimêlanê, 1 kes li Çilaxa, 3 kes li Kobanê, 27 kes li Reqayê, 16 kes li Tebqayê, 7 kes li Minbicê, 1 kes li Dêrazorê, 1 kes li kampa Newroz, 2 kes li kampa Holê û 5 kes li kampa Roj in.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 13 kes ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 16275 kesan, ji wan 629 kesan jî canê xwe ji dest dane û 1667 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.